Cegerxwîn di salvegera xwe ya 34`an de hate bibîranîn

bi merasimeke bi heybet hat bîranîn
کوردستان TV
100%

Helbestvanê Kurd Cegerxwîn  ji hêla rewşenbîrên herêma Cizîrê, nivîskar, helbestvan û hezkiriyên xwe ve di salvegera 34‘an a wefata xwe de li ser gora wî hate bibîranîn.

Îro salvegera 34'an a wefata helbestvanê Kurd Cegerxwîn e ku bi rêya helbestên xwe her tim yekitiya gelê Kurd dixwest.

Ji bo bîranîna salvegera wefata Cegerxwîn, îro bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, rewşenbîr, helbestvam û hezkiriyên wî çûn ser gora wî ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo.

Di serdanê de, hemû jinan cilên gelêrî li xwe kiribûn ku girêdana bi çanda xwe didin nîşandan. Her wiha gul li ser gorê danîn û mûm pê xistin. Kesên ku serdana gorê kir, got ku helbestvan Cegerxwîn ne tenê helbestvan bû, ew şoreşger û nûnerê gelê Kurd bû û da diyarkirin ku divê gelê Kurd her tim gotinên helbestvan Cegerxwîn bi bîr bîne.

Anha

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.