Mesrûr Barzanî : Lazime Kurd rola rastîn di biryaran de hebe

behsa rewşa Îraqê û têkiliyên Kurdistan û YEê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Îraqê Ramon Blecua kir.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser hewldanên heyî yên bo ava kirina kabîneya  nûya hikûmeta Îraqê û pêşhatên siyasî û leşkerî yên li deverê de, behsa têkiliyên navbera Kurdistan û YEê jî hate kirin.

Di dirêjahiya civînê de Mesrûr Barzanî û Ramon Blecua behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê kirin.

Derbarê hewldanên heyî yên bo ava kirina kabîneya nû ya Îraqê Mesrûr Barzanî diyar kir ku piştgîriya hewldanên Adil Ebdulmehdî yên bo ava kirina hikûmetê dikin û li ser esasê beşdariya yeksan di navbera pêkhateyên serekî danûstandinên me didomin û got: Lazime Kurdistan rolî beşdariya rastîn di biryarên siyasî, leşkerî û ewlekarî de hebe.

Di beşeke din ya civînê de behsa rola destûra bingehîn a bo çareser kirina kêşeyên heyî bi taybetî kêşeyên taybet bi deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê hate kirin û di vê derbarê de Barzanî ragihand ku madeya 140 kilîla çareser kirina kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê ye û ew çareseriya han dibe bingehek bo çareser kirina kêşeyên din yên helwastî weke kêşeya qanûna petrol, gaz û bûdceya pêşmerge.

Derbarê ava kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî anî ziman ku dixwazin li ser esasê encamên hilbijartinan hikûmeteke bihêz were avakirin.

Di beşeke din ya civînê de Ramon Blecua jiber serkeftina prosesa hilbijartinan li Kurdistanê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û ragihand ku encamp dibin çarçoveyeke destûrî bo Kurdistaneke bihêz û aram.

Nav hatî behsa hewldanên YEê bo hevkarî kirina Kurdistanê kir û ragihand ku danûstandinên YEê bo hevkarî kirina Kurdistanê di warê reform û jinûve organîze kirina hêzên leşkerî û hêzên ewlekarî berdewam dibin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.