Li Germiyan bandeka bazirganiya madeyên hişber hat girtin

banda han ji 3 kesan pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Li devera Germiyan ya Başûrê Kurdistanê bandeke bazirganîkirin û bikaranîna madeyên hişber hat girtin.

Berdevkê asayişa Germiyanê Osman Ebdulkerîm ji BasNewsê re got, piştî ku me agahî û zanyarî kom kirin me duhî dest bi operasyonê kir û li nav bajarê Kelarê bandek ji aliyê hêzên me ve hat girtin.

Osman Ebdulkerîm her wiha got, ew band bazirganî bi madeyên hişber dikirin her wiha bikar jî dihanîn. Hejmara endamên bandê 5 kes in, hemû jî kurd û xelkê bajarê Kelarê ne.

Wî efserê asayişê da zanîn, wan tohmetbaran li gundê Senger ji xwe re kepirek çêkiribûn û karên xwe li wir dikirin û got, dema hatin girtin çend çek û hinek madeyên hişber, du otomobîl, du motorsîklêt û çend dest kincên serbazî jî li gel wan hatin zeftkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.