Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Balyozê Romanya yê li Îraqê Jacob Prada kir.
Di civînê de behsa hewldanên heyî yên li Kurdistanê yên bo ava kirina kabîneya nû ya Kurdistanê û pêşhatên dawî yên prosesa siyasiya Îraqê, têkiliyên du alî yên di navbera Kurdistan û Romanyayê de hate kirin.
Derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de Mesrûr Barzanî diyar kir ku Kurd piştgîriya Adil Ebdulmehdî yê ku bo ava kirina hikûmeta Îraqê hatiye pîwerdarkirin dike û lazime Kurd di biryarên siyasî û çarenivîssaz de hevparê rastîn be.
Di berdewamiya civîna han de behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û têkiliyên navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê hate kirin û di vê derbarê de jî Mesrûr Barzanî balkêşande ser encamên hilbijartinên parlementoyê û ragihand ku hewl bo ava kirina hikûmeteke bihêz didin.
Her di vê mijarê de jî balyozê Romanyayê Jacob Prada diyar kir ku ew Kurdistaneke yekgirtî û bihêz weke beşek ji çarçoveya steratejiya aramiyê li Îraqê de dibînin.
Di beşeke din ya civîna han de giftûgo li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Romanyayê hate kirin û Jacob Prada têkiliyên han bi baş wesif kir û ragihand ku ew weke Romanya berdewam dibin li ser bihêztir kirina têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bi taybetî di warê abûrî de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin