Agir bi bazara Lenge ya Hewlêrê ket

zirareke mezin ya madî ber xelkê ketiye
کوردستان TV
100%

Berbanga îro pêncşem jiber sedemeke nediyar agir bi mezintirîn bazarê Hewlêrê ku bi bazarê Lengeyê tê nasî ket.

Di encama bûyerê de herî kêm 1200 dikan şewitîn û zirareke mezin ya madî ber vê bazarê ket.

Hêzên hawarhatinê ji destpêka pêbûna agirê heta danê nîvroyê bi berdewamî hewl bo temrandina agirê dan û car car jî jiber qerebalixî rastî astengiyan dihatin.

Bazarê Lengeyê ya Hewlêrê yek ji bazarên herî mezin ya Hewlêrê ye û têde nêzî 3 hezar dikan hene.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.