Îtilaatê birêveberê kanala civakî ya Telegramê ya bi navê “Dengê Xanî” destbiser kir

rejîma îranê zextên xwe li ser çalakvanên Kurd zêde dike
کوردستان TV
100%

Hêzên îtila`atê birêveberê kanala telegramê a bi navê “Dengê Xanî” destbiser kirin û piştre jî ev neçar kirin da ku kanala xwe di nav torên civakî de, ji nav bibe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçeginhaniya “Kurdpa”yê, Mihemed Xired temen 40 salî û xelkê bajarê Pîranaşarê û birêveberê kanala telegramî ya bi navê “Dengê Xanî” ji aliyê hêzên îtilaatê ve hate destbiserkirin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ji nûçegihaniya “Kurdpa”yê re daye xuyakirin ku: Berêveberê kanala telegramî a “Dengê Xanî” bi sedema belavkirina xeberên derheq bêîmkanatbûna bajarê Pîranşarê, û rexnekirina nûnerê wî bajarî yê di mecilsa Îranê de, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye destbiserkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.