Mimkune têkiliyên wan yên diplomatîk qut bibin.
Duhê wezîrê derve yê Danimarkayê Anders Samuelsen ragihand ku hêzên ewlekarî yên vê welatî karîne pilaneke Îranê bo pêk anîna kiriyareke terorîstî li Danimarkayê pûç bikin.
Anders Samuelsen diyar kir çend endamên Îtlaata Îranê hewla vê yekê dane daku li Danimarkayê êrîşên terorîstî pêk bînin û êrîşî ser hin kesên din yên ku li Danimarkayê nîştecîhne bikin.
Samuelsen eşkere kir ku Danimark bi ti awayî li hember vê pilana Îranê bêdeng nabe jiber vê çendê jî me weke hikûmet biryar daye ku balyozê Danimarkayê yê li Tehranê vekêşin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin