Li gor jêderên taybetî, îro danê sibê hijmareke Erebên aware yên ku beriya azadiya Îraqê ji aliyê rejîma Îraqê ve li deverên Kurdistanî hatibûn bicîhkirin û pişt re di çarçoveya madeya 140 de hatibûn qerebû kirin, êrîşî ser welatiyên Kurd yên şêniyên wan deveran kirine.
Jêderên han diyar kir ku dema Cotkarên Kurd xwestine li ser erdên xwe dest bi karên cotkariyê bikin, ew erebên aware bi çek êrîşî ser wan Cotkarên Kurd kirine û di navbera wan de şer û pevçûn qewmiye.
Weke tê zanîn piştî bûyerên 16ê Cotmehê bi piştgîrî û fermana parêzgarê Kerkûkê hewla bi ereb kirin û dagîrkirina deverên Kurdistanî tê dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin