Li bajarê Silêmaniyê bandeke diziyê hat girtin ku bi kincên serbazî dizî dikirin.
Berdevkê polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, hêzên polîs karîn bandeka diziyê bigirin ku ji 5 kesan pêk hatibû.
Serkewt Ehmed da zanîn, wan kesan bi otomobîleka camreş û bi kincên serbazî êrişî ser otomobîlên xelkê dikirin û dirav û zêr û tiştên wan yên bi qîmet didizîn.
Berdevkê polîsê Silêmaniyê ragihand, destpêkê yek ji wan kesan hatibû girtin. Wî di lêpirsînê de navên hevalên xwe dabû polîs, polîs jî bi çend operasyonan ew girtin. Dema hatin girtin jî du otomobîl, 20 hezar dolar û demançeyek bi wan re hebû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin