Îro yekem civîna xola nû ya parlementoya Kurdistanê hate lidarxistin.
Civîn bi deqîqeyek rawestan bo rêz girtin ji şehîdan û xwendina sirûda Ey Reqîb destpê kir.
Pişt re Parlementerê herî bi temen weke Serokê demkî yê parlementoyê hat diyarkirin û pişt re jî parlementerên nû sonda parlementeriyê xwarin û weke parlementer dest bi kar kirin.
Jiber ku part û aliyê siyasî yên Kurdistanê hîn jî lihev nekirine, desteya Serokatiya parlementoyê di vê civînê de nehat hilbijartin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin