Di vê derbarê de Birêvebirê giştî yê gomruk li Kurdistanê Samal Ebdulrehman ragihand ku di civîna navbera şanda Hewlêr û Bexdayê de yaku taybet bû bi giftûgo kirin li ser hilweşandina her sê xalên gomrukî yên li ser rêya navbera Hewlêr, Kerkûk, Kerkûk û Silêmanî û Mûsil û Dihuk, her du alî li ser 27 xalan lihev kirine.
Ebdulrehman herwiha diyar kir ku her di heman civînê de her du alî biryar dane daku ji niha û pêde yek pênaseya gomrukî bikar bînin û li cem zimanê Erebî zimanê Kurdî jî were bikaranîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin