Îro Şiwêrimendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê saziya Samaritans Purse Graham Franklin û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku birêvebirê giştî yê karûbarên Mesîhiyan li wezareta karûbarên olî ya hikûmeta Kurdistanê Xalid, Cemal Elbêr jî têde beşdar bû, li ser rewşa însanî ya li deverên rizgarkirî ji destê terorîstên DIŞIê bi giştî û rewşa deşeta Neynewayê bi taybetî û herwiha kar û çalakiyên hawar hatinê giftûgo hate kirin.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî jiber dostayetiya xwe ya kevnar li gel gelê Kurdistanê û herwiha hevkariyên ku pêşkêşî penaberên ku jiber şerê DIŞIê aware bûna û li kempan dijîn kiriye spasiya graham Franklin kir.
Di beşeke din ya civîna han de behsa hewldanên heyî yên bo dabîn kirina aramî û ewlekarî bo kemenetewên olî dema vedigerin warên xwe hate kirin.
Bilind nirxandina bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên etnîkî û olî li Kurdistanê de û herwiha berdewamî dan bi çanda han mijareke din ya vê hevdîtinê bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin