Êwara îro yekşem Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Berpirsê saziya Samaritan Super Graham Franklin û şandeke pê re kir.
Di civînê de Berpirsê saziya Samaritan Super Graham Franklin kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê û hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîrê diyar kir û rêzdariya xwe jî ya li hember helwestên xelk û hikûmeta Kurdistanê bo vehevandina penaberan diyar kir.
Franklin qurbanîdana hêzên pêşmerge û xelkê Kurdistanê di şerê dijî terorê de bo parastina tevahiya pêkhateyan bilind nirxand û behsa hevkariya saziya xwe ya bo aware û penaberan kir.
Nav hatî herwiha eşkere kir ku mayîna mesîhiyan li Îraqê weke pêkhateyeke girîng ya vê welatê gelekî lazim û girîne.
Di beşeke din ya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya Graham Franklin û saziya nav hatî ku hevkariya penaberan kiriye, kir.
Serokwezîrê Kurdistanê di beşeke din ya axaftinên xwe de tekez li ser çanda bihevre jiyanê ya li Kurdistan êkir û anî ziman ku gelê Kurdistanê baweriya xwe bi bihevre jiyana etnîkî û olî heye.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha daxwaz ji civaka cîhanî kir ku berdewam be li ser hevkarî kirina Kurdistanê bo çespandina zêdetir ya çanda bihevre jiyanê li Îraqê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin