Di Komxebata PAK û PSKê de pêşniyara namzedên serbixwe hat kirin

di civînê de behsa hilbijartinên herêmî hatiye kirin
کوردستان TV
100%

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ku derbarê komxebata bi navê ‘Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Netewî û Demokratîk’ ya li Amedê li dar xistibûn encamnameyek belav kirin.

Li gor nûçeyeke Peyamakurd di encamnameya komxebata herdu partiyan de hat gotin ku “Piraniya beşdaran piştgirî dan beşdarbûna hilbijartinên herêmî bi namzedê serbixwe, welatparêz û demokrat.”

PAK û PSKê li ser komxebatê ragihand ku zêdetirî 100 siyasetmedar, nivîskar û karsazan beşdarî kiriye û wiha hat gotin: “Tevî nêrînên cûda yên axaftvanan pêşniyarên bi namzedên serbixwe beşdarbûna hilbijartinên herêmî hatin pêşkeşkirin. Ev destpêk ji bo hilbijartinên herêmî hêviyek e.”

Herdu partiyan diyar kir ku dê xebat û nîqaşên wan ên bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an berdewam bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.