Balefirên Tirkiyeyê devera Sengeserê bordiman kirin

xelkê deverê jî gelek tirsiyane
کوردستان TV
100%

Qaymeqamê devera Pişder ya Başûrê Kurdistanê ragihand, balefirên şer yên Tirkiyê li gundên nahiya Sengeser ya Pişderê dan.

Qaymeqamê Pişder Bekir Bayîz ji BasNewsê re got, îro derdora saet 09:30, çend balefirên şer yên Tirkiyê bi hêceta hebûna hêzên PKKê, li bintara Qendîl bi taybet li gundê Bêpalan yê Sengeserê dan.

Bekir Bayîz da zanîn, ji ber wê êrişê tiştek bi xelkê deverê nehat lê xelkê gund gelekî tirsiyan. 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.