Berpirsekî ewlekarî yê Silêmanî tawanbaran vedişêre

Rayedarekî Silêmanî wan radest nake
کوردستان TV
100%

Îro Birêvebirê polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telat di presskonferansekê de derbarê bikujên ciwanê ku beriya çend rojan li taxa Kesnezan ya Hewlêrê hatibû kuştin got: Piştî bûyerê polîsê Hewlêrê gelek hewldan daku wan her du tawanbaran bigirin lêbelê ev tawanbar çûne Silêmanî.

Telat herwiha eşkere kir ku niha ew tawanbar û çend tawanbarên din yên ku li Hewlêrê tawanên curbicur kirine reviyane çûne Silêmanî û li Silêmanî ji aliyê Berpirsê herî mezin yê ewlekarî yê Silêmanî ve hatine veşartin û radestî polîsan nake.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.