Şêniyên gundê rê nedan Ereb zeviyên wan dagîr bikin

Ereb rojane hewl bo dagîr kirina zeviyên Kurdan didin
کوردستان TV
100%

Îro hijmareke zêde Ereb ku ji wan re Erebên Hawirde tê gotin û di serdema rejîma Sedam de bo deverên Kurdî hatine veguhastin û milk û malên Kurdan li deverê dagîr kiribûn, piştî îxaneta Cotmehê dîsa hewl didin ev zeviyên ku pêştir dagîr kiribûn dîsan dagîr bikin.

Di vê çarçoveyê de meha derbasbûyî, li çend gundên derdorê Daqoqê, şer û pevçûn di navbera welatiyên Kurd yên deverê û Erebên Hawirde qewmî bû û welatiyên Kurd rê nedabûn ku Ereb dîsa zeviyên wan dagîr bikin.

Her di vê mijarê de îro hijmareke zêde Erebên din li gundê Yengice bi biryara dadwerê Daqoqê xwestin zeviyên Kurdan dagîr bikin lêbelê şêniyên gundê rê nedan wan û ev paşve gerandin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.