Nêçîrvan Barzanî: Rêkeftin pêngaveke gelek girînge

dibêje Kurdistan bo çareser kirina kêşeyan amadeye
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê bi minasebeta 10 saliya kar kirina kompaniya DANA Gaz li Kurdistanê merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîma han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkêş kir û derbarê şandina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê bo bazarên cîhanî de, diyar kir ku Bexda û Hewlêrê li ser vê mijarê lihev kirine û lihev kirina han jî pêngaveke girîng û erêniye vê fêde bide her du aliyan.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku Kurdistan amadeye tevahiya kêşeyên heyî yên li gel Bexdayê çareser bike û lazime Bexda jî di vê warî de rûpeleke nû veke.

Nêçîrvan Barzanî spasiya kompaniya dana gaz û kompaniyên din  yên biyanî yên ku li Kurdistanê de kar dikin kir û got: Em spasiya we dikin ku li Kurdistanê kar dikin û diyare siyaseta abûriya Kurdistanê siyaseteke serkeftiye û encamên baş hene û baweriya we bi vê siyaseta han ji her tişteke din girînge.

Barzanî anî ziman ku kompaniya dana gaz vê hêlbirîna gazê zêdetir bike û jiber vê çendê jî vê wezareta elektirîkê jî fêdeyeke gelek baş bigire û rêjeya dabîn kirina elektirîkê zêdetir bike.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.