Darve kirina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bûye karê rojane ya rejîma Îranê.
Cezayê darve kirina du welatiyên kurd li bajarê Birûcêrd a ser bi parêzgeha Loristanê, ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve hat bicîhanîn.
Li gor raporta Saziya Mafê Mirov (Hengaw) roja 18.11.2018ê du welatiyên kurd li girtîgeha hejmara du ya bajarê Birûcêrd ku wek Tîrçey Bilûk tê nasîn li wê derê hatine darve kirin.
Navê wan her du welatiyên Kurd yên ku hatine darvekirin; Ruhulla Beyranwend û Saman Qaêdrehmet xelkê bajarê Birûcêrd in.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin