Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, êwara îro Serok Barzanî li gel Serokê berê yê Heşda şebî Falih Feyaz civiya û di civînê de her du alî tekez li ser çê kirina hemahengî û ava kirina baweriyê di navbera tevahiya aliyan de kirin.
Li gor daxuyaniyeke nivîsîngeha Feyaz, di civînê de Serok Barzanî û Feyaz behsa bihêztir kirina hemahengî û hevkariyê di navbera hikûmeta Îraq û Kurdistanê de kirine.
Serok Barzanî jî derbarê civînê de diyar kiriye ku civîn civîneke baş û erênî bûye û me piştgîriya xwe bo hikûmeta nû ya Îraqê diyar kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin