Di çarçoveya berdewamiya serdana xwe de li Bexdayê Serok Barzanî piştî hevdîtina li gel Heyder Ebadî û Salih Mutleg, bi Serokê tevgera Hikme Emar Hekîm re civiya.
Îro berî nîvro Serok Barzanî li Bexda li gel Serokê eniya Tirkmanî erşed Salihî û Serokê Hevpeymaniya Nesr Heyder Ebadî re jî civiya piştî wê serdana Serokê tevgera Hikme Emar Hekîm kir û dawî pêşhateyên siyasî gotûbêj kirin.
Duh Pênşemê Serok Mesûd Barzanî ji bo serdaneke fermî geheşte paytexta Iraqê Bexdayê û armanca serdana Serok Barzanî jî çareser kirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ne.
Biryare Serok Barzanî piştî hevdîtina bi Emar Hekîm re biçe Necefê û li gel Muqteda Sedir jî bicive.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin