Erbil 38°C Saturday 15 Nov 00:58

2 pêşmergeyên PAKê piştî tehdeyên giran şandin girtîgeha Seqizê

di meha tebaxê de hatibûn girtin
کوردستان TV
100%

 Du pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku 4 meh berê 3yê Tebaxa 2018an, dema şerekî dijî hêzên îranê hatibûn girtin, piştî ku li bajarê Sineyê ji aliyê îstixbarata Îranê ve rastî tehdeyên giran hatin bo girtîgeha Seqizê hatin veguhestin.

Li gor Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Hengawê, peşmergeyên bi navê Hoşmand Alîpor (nasnav: Simko) û Muhammed Ostaqadir (nasnav: Awara) piştî ku hatin girtin, bi îşkence û tehdeyên giran ji wan hatiye xwestin sîxurtiyê bikin û hevalên xwe bidin girtin.

Hengawê ragihand, herdu pêşmergeyên girtî ku heta niha tenê carekê malbatan serdana wan kiriye, 19ê Mijdarê bo girtîgeha Seqizê hatine veguhestin û mafên wan ên parastina hiqûqî jî hatiye redkirin.

PeyamaKurd

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.