Serok Barzanî li welatê Îmaratê li gel Cînişînê Ebû Zabî civiya û rewşa siyasî ya Iraqê û herêmê û peywendiyên herdu aliyan gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya civînê, li ser vexwendineke fermî ya Cînişînê Ebû Zabî, Serok Barzanî li gel şandekê serdana Îmarata Yekgirtiya Erebî kir û roja yekşemê 25.11.2018 li Ebû Zabî li gel Cînişînê Ebû Zabî û Cîgirê Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan civiya.
Di vê civînê de ku Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî û endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Azad Berwarî jî amade bûn, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên her dû aliyan guftûgo kirin û di derbarê pêşhatên dawî û guhertinan de danûstandina bîr û ramanan kirin.
Li gor daxuyaniyê, her di vê civînê da Cînişînê Ebû Zabî xweşhaliya xwe ji bo serdana Serok Barzanî ya Bexda û berev pêşveçûna peywendiyên di navbera Herêm û Bexda ragihand û amadehiya xwe ji bo hevkarî û hemahengiya bi mebesta pêşketina peywendiyên di navbera Herêm û Bexda nîşanda û heman demê de jî amadehiya xwe ji bo pêşkêşkirina hevkarî û hemahengiya bi mebesta berev pêşveçûna aramiya li navçeyê bi giştî nîşan da.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin