Li navçeya Licêyê ya Amedê, bi destê sibê re bi sedema ku wê operasyonên leşkerî çêbibin li 4 gund û gundîkan derketina derve hatiye qedexekirin. Ev 193emîn qedexeye ku li vê deverê tê ragihandin.
Walîtiya Amedê ragihandiye ku bi sedema wê opersayon li navçeya Licêyê çêbibe derketina derve li 4 gund û 7 gundikan hatiye qedexekirin.
Walîtiya Amedê biryara qedexeyê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye û biryar ji vê sibehê di saet 06.00an de dest pê kiriye. Walîtiyê biryar li gorî Qanûna Birêveberina Bajaran a hejmar 5442yê standiye.
Nehatiya diyarkirin ku wê biryara qedexeyê kengî rabe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin