Erbil 38°C Saturday 15 Nov 02:26

Nêçîrvan Barzanî û Douglas Silliman civiyan

behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya deverê kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Douglas Silliman kir.

Di civînê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, behsa pêşhatên siyasî û ewlekarî yên deverê, rewşa Îraqê, pêngavên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û piştgîriya aliyên Kurdistanê bo hikûmeta Adil Ebdulmehdî hate kirin.

Di heman civînê de Serokwezîrê Kurdistanê tekez li ser berdewamiya piştgîriya Kurdistanê bo hikûmeta nû ya Îraqê kir û anî ziman ku bo baştir kirina rewşa giştî ya Îraqê û çareser kirina kêşeyên heyî vê Kurdistan piştgîriya hikûmeta nû ya Îraqê bike.

Giftûgo kirin li ser amadekariyên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê jî mijareke din ya vê civîna han bû.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.