Li bajarê Kelar yê Başûrê Kurdistanê, hêzên asayişê dora avahiya saziyeka nêzîkî PKKê girtine û dixwazin wê derê bigirin.
Îro danê sibê li bajarê Kelarê, hêzên asayişa YNKê dora avahiya Tevgera Azadî, ku nêzîkî PKKê ye, girtin û ji berpirsên Tevgerê xwastin wê avahiyê vala bikin.
Li ser wê mijarê, hevserokê Tevgera Azadî Hawrê Cebar ji rojnamevanan re ragihand, hêzên asayişê dora avahiyê girtine û dixwazin wê derê bigirin û got, lê em wê yekê qebûl nakin û ji wir jî dernakevin. Bila bi zorê me ji wir derxînin.
Duh li bajarê Silêmaniyê jî hêzên asayişê dora avahiya Tevgera Azadî girtibûn û jê wan xwastibûn di nav 24 saetan wê derê vala bikin û bigirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin