Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya hemahengîkerê karûbarên dijî terorê a Yekîtiya Ewrûpayê Gel De Kurkova û balyozê YEê yê li Îraqê Ramon Blecua kir.
Di civînê de Mesrûr Barzanî behsa şerê dijî DIŞIê û dubare serhildana û zêdetir bûna lêv û tevgerên DIŞIê û sedemên vê yekê kir û ragihand ku pergala siyasî, gendelî û dabîn nekirina xizmetgozariyên seretayî sedemên vê yekê ne.
Mesrûr Barzanî herwiha balkêşande ser berpirsiyartiya civaka cîhanî ya bo pêşî girtin ji terorîstan û tekez li ser hemahengî û hevkariya navbera Kurdistan û YEê bi taybetî di şerê dijî terorê de kir û her du aliyan behsa vê yekê jî kirin ku şerê dijî DIŞIê şereke cîhaniye û ne taybetê dever ya n avçeyekê bi tenêye.
Di beşeke din ya civînê de Mesrûr Barzanî behsa wan kanal û pêgehên torên civakî û medyaya sosiyal kir ku DIŞIê bi rêya wan bandorê li ser xelkê dike.
Di berdewamiya civînê de balyozê YE yê li Îraqê behsa giftûgoyên berfiretir kirina hevkariyên YEê bo Kurdistanê yên di warê rêkxistin û pêk anîna reforman di nava hêzên ewlekarî yên Kurdistanê de kir.
Giftûgo kirin li ser têkiliyên navbera Kurdistan û hikûmeta nû ya Îraqê mijareke din ya vê civîna han bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin