Îro bi minasebeta salvegera yekemîn ya ji nav birina DIŞIê li Îraqê, li Bexdayê merasîmek hat lidarxistin.
Di merasîma han de Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî peyvek pêşkêş kir û di destpêka gotara xwe de silav li hêzên leşkerî yên Îraqê û hêzên pêşmerge kir û got: Ez spasiya hêzên leşkerî yên Îraq û hêzên pêşmerge dikim ku karîn DIŞIê ji nav bibin.
Ebdulmehdî herwiha diyar kir ku eger pêşmerge nebûbaya bêgoman ji nav birina DIŞIê asan nedibû jiber vê yekê ez silavên xwe pêşkêşî hêzên pêşmerge dikim.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin