Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyaho di gotareke xwe de diyar kiriye ku artêşa Îsraîlê take artêşa cîhanê ye ku raste rast li dijî Îranê şer dike.
Netanyaho eşkere kiriye ku artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê bi awayekî raste rast şerê dijî Îranê dike û Îsraîl li ser vê yekê berdewam dibe.
Netanyaho behsa vê yekê kiriye ku vê artêşa Îsraîlê bersifa her cure êrîşeke Îranê bide ku bi awayekî rojane gef li Îsraîlê dike.
Netanyaho tekez li ser vê yekê kiriye ku artêşa Îsraîlê amadeye bi her awayî berevanî ji Îsraîlê bike û eger Îran êrîşî ser Îsraîlê bike vê demê artêşa Îsraîlê bi awayekî tund bersifa Îranê dide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin