Îro 17ê mehê, roja xwedî derketin ji alaya Kurdistanê ye û li seraserê Kurdistanê bi çalakiyên curbicur ev roja han hate pîrozkirin.
Her sal di 17ê vê mehê de li seraserê Kurdistanê û li hin welatên cîhanê yên ku Kurd têde dijîn, bi bilind kirin û hildana ala Kurdistanê, roja alaya Kurdistanê tê pîrozkirin.
Îro li bajarên curbicur yên Kurdistanê çalakiyên taybetî û grseyî bo pîrozkirina alaya Kurdistanê hatin lidarxistin û xelk bi bilind kirina alaya Kurdistanê roja alayê pîroz kir.
Beriya çend salan parlementoya Kurdistanê jî proje qanûna nasandina 17ê mehê weke roja alaya Kurdistanê pejrandibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin