Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê bo hevpeymaniya dijî DIŞIê Brett McGurk kir.
Di civînê de ku balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Douglas Selliman û Konsulusê Amerîkayê yê li hewlêrê jî têde beşdar bûn, rewşa siyasî û leşkerî ya Sûriyeyê û pêşhatên dawî yên li deverê hatin nirxandin û şanda Amerîkî derbarê pêşhatên siyasî, ewlekarî û guhertinên heyî yên dawî yên li Sûriyeyê û siyaset û bernameya Amerîkayê ya derbarê Sûriyeyê de zaniyarî pêşkêşî Serok Barzanî kir.
Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî jî hevdem li gel diyar kirina dilgiranî û fikarên xwe yên li hember pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê, nêrînên xwe yên li dor rewşa Sûriyeyê û şîretên bo çawetiya çareserkirina kêşeya Kurd li Sûriyeyê anî ziman.
Di beşeke din ya civînê de behsa rewşa siyasî ya Îraq û deverê jî hate kirin û her du alî nêrînên xwe yên derbarê prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê de diyar kirin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin