Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge, li bajarê Hanover ya Almanyayê konferansek bi navê (rêyek bo aştî li Kurdistanê de) hatiye lidarxistin.
Di konferansê de hijmareke rayedar û berpirsên wezareta pêşmerge ya Kurdistanê û herwiha hijmareke zêde ji rayedar, siyasetmedar û kesên pspor yên Almanî jî beşdar bûne.
Di konferansa han de bi giranî behsa xebat û têkoşîna hêzên pêşmerge li dijî terorê û herwiha hewldanên hêzên pêşmerge bo parastina ewlekarî û aştiya li deverê û pêkhateyên din hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin