Erbil 38°C Saturday 15 Nov 10:30

Nêçîrvan Barzanî: Pêwendiyên Kurdistanê û Hollandayê di asteke baş de ne

Serokwezîr dibêje dixwazin fêde ji ezmûna Hollendayê wer bigirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Hollandayê civiya û piştre di konferanseke rojanamevanî ya hevbeş de herdu aliyan behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê kirin. Wezîrê Derve yê Hollandê got, şêwirmendên leşkerî yê Hollandayê dê li ser rahênan û perwerdekirina hêzên pêşmerge berdewam bin.

Nêçîrvan Barzanî îro Sêşembî 18ê Kanûna 2018 pêşwazî li Wezîrê Derve yê Hollandayê Stef Blok kir û herdu alî bi hev re civiyan.

Piştî civînê, Serokwezîrê Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Hollandayê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de behsa naveroka civînê û têkiliyên navbera Kurdistanê û Hollandayê kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di destpêka vê konferansa rojnamevanî de bi xêr hatina Wezîrê Derve yê Hollanda û şanda pê re kir û got: “Em spasiya Hollandayê dikin, ku di şerê dijî DIŞIê de û hebûna hêzên wan li Herêma Kurdistanê jibo rahênana pêşmerge, alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye. Herwiha spasiya hevkariyên hikûmet û rêxistinên nehikûmî yên Hollandayê dikin, ku çi bi awayê rasterast û çi bi rêya Yekîtiya Ewropayê, hevkarî gihandinin aware û penaberên di kampên li Herêma Kurdistanê de”.

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Hollandayê kir, ku di sektora xwerek û çandiniyê de hevkariya Herêma Kurdistanê bike, ku di wan waran de xwediyê ezmûneke dewlemend e.

Di derbarê naveroka civînê de jî, Nêçîrvan Barzanî gor: “Me behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir, ku tê çaverêkirin di kabîneya nû ya hikûmetê de pêwendî bêtir ber bi pêş ve biçin. Hevem me behsa proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser pêşvebirina bêtir a pêwendiyan hate kirin, daku di hemû waran de hemahengî zêdetir be, bi taybet jî di warên aborî û bazirganî û xwedninê de”.

Her di vê konferansa rojnamavanî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Balyozxaneya Hollada li Bexdayê û Konsulxaneya Giştî ya Hollanda li Hewlêrê jî kir, “ji ber wê hemahengî û hevkariya ku li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên wê hene, û di pêşxistina pêwendiyên du alî de rola wan hebûye”.

Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember vê yekê jî nîşan da, ku Hollanda di çarçoveya siyaseta xwe de, Iraq û Herêma Kurdistanê li pêş daniye bo pêşvebirina têkiliyan û got: “Em kêfxweş in bi xurtkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê. Kerta taybet a Herêma Kurdistanê di pêşerojeke nêzîk de sê semînarekê li Hollanda saz bike”.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: Di civînê de , me behsa pêşistin û geşedanên navçeyê û Rojhilata Navîn bi giştî kir”.

Wezîrê Derve yê Hollandayê, Stef Blok jî di vê konferansa rojnamevanî de spasiya mêvandariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û ragihand: “Bi rastî pêwendiyeke gelek xurt di navbera Hollanda û Herêma Kurdistanê de heye. Em dikarin bêjin Hollanda yekem welatê ewropî bû ku awareyên Kurd wergirt, niha derdora sê hezar penaberên Kurd li Hollada hene”.

Wezîrê Derve yê Hollandayê da xuyakirin: “Em li benda vê yekê ne, ku di pêşerojê de pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê di warên weke seqamgîrî, koçberan û aboriyê de bihêztir bikin, hevdem di pêşerojê de têkiliyên xwe yên bazirganî jî bihêz bikin”.

Stef Blok got: “Em piştevanî li Herêma Kurdistaneke bihêz di nava Iraqeke bihêz de dikin, di vê civînê de jî me zêdetir li ser bihêzkirina pêwendiyan kir”.

Stef Blok herwiha “ji ber rêzgirtina li kêmîneyên ayînî û olî û vehewandina hejmareke mezin a aware, koçber û penaberan ku di encama şerê DIŞIê de li Herêma Kurdistanê nîştecih bûne, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir”.

Wezîrê Derve yê Hollandayê amaje bi hebûna şêwirmendên leşkerî yên wî welatî li Herêma Kurdistanê kir û diyar kir: “Şêwirmendên me yên serbazî dê li Herêma Kurdistanê berdewam bin lis er rahênan û perwerdekirina hêzên pêşmerge”.

Herwiha Wezîrê Derve yê Hollandayê hêvî jî kir, ku di pêşerojeke nêzîk de kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bê û got: “Em li benda wê yekê ne, ku di pêşerojê de pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bihêzir û xurttir bin”.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.