Erbil 38°C Saturday 15 Nov 10:27

Serokwezîr Barzanî: Em dê ligel Almanyayê peywendiyê xwe bihêz bikin

Serokwezîr spasiya Almanyayê kir
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Almanyayê civiya û herdu aliyan behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê kirin. Nêçîrvan Barzanî got: Em dê ligel Almanyayê di her warî de peywendiyê xwe bihêz”

Serokwezêrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşembî 18ê Kanûna 2018 pêşwazî li Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Mass kir û herdu alî bi hev re civiyan.

Piştî civînê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Hollandayê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de behsa naveroka civînê û têkiliyên navbera Kurdistanê û Almanyayê kirin.

Nêçîrvan Barzanî di destpêka de bi xêr hatina Wezîrê Derve yê Almanyayê kir û got: “Em ji bo peywendiyên xwe yên ligel Almanyayê pê şanaz in. Xelkê Herêma Kurdistanê bi erênî pêşwaziya serdana û alikariyên Almanyayê yên di heyamên dijwar de bo Herêma Kurdistanê dike. Em spasiya Hikûmeta Almanyayê dikin ku di şerê di dijî DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kirin û di pêvajoya çaksazkirina Hêzên Pêşmerge de bû alîkar.”

Barzanî destnîşan kir ku herdu aliyan jî tekezî li bihêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de kirin û wiha pê de çû: “Em hêvî dikin ku di dahatuyê de jî ev peywendiyên  berdewam bibin û veberdêrên Almanyayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê rol hebe.”

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha ragihand kuu çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê bi tenê dê bi rêkeftinên siyasî be û got: “Em xweşhalin ku hinek gav ji bo nivîsandina destûrê Sûriyê hatine avêtin, û hîvî dikin ku ev destpêkek be, ji bo çareserkirina krîza miroviya li Sûriyê.”

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Mass jî diyar kir  ku ew girîngiyê pê aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê didin û wiha got: “Di vê heyamên dawiyê de gelek koçber vegeriyana li ser milk û malên xwe. Hilbijartinên nû hatin kirin û ev yek jî nîşaneyên aramî û pêşketinî ne.”

Heiko Mass bo Nêçîrvan Barzanî jî wiha axifî: “Di çareserkirina pirsgirêkên ligel Bexdayê de roleke we ya mezin û wêrek hebû. Ev yek jî dide xuyandin ku hûn bo ser çareserkirina pirsgirêkan rijd in. Pirsgirêke dikarin bi rêya diyalogê bêne çareserkirin û we ev yek kir.”

Derbarê krîza Sûriyê de jî Mass tekez kir ku ew girîngiyê bi amadekirina destûra bingehîn a nû didin û wiha domand: “Divê amadekirina destûra bingehîn a nû bo Sûriyê de di bin çavderiya Neteweyên Yekbûyî de bê nivîsandin. Pêwîst e krîzên Sûriyê bi dawî bibe û gavên cidî bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bên avêtin.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.