Erbil 38°C Saturday 15 Nov 10:28

Nêçîrvan Barzanî: Emê hevkariya kompaniyên Hindî bikin

kompaniyên Hindî dixwazên li Kurdistanê kar bikin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Hindistanê bi Serokatiya balyozê vê welatî yê li Bexdayê Pradeep Singh Rajpurohit kir.

Di civînê de ku hijmarek karbidestên tendirostî û pîşesazî yên hindistanê jî têde beşdar bûn, şanda mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û anî ziman ku gelek derfetên baş yên kar kirin û hilbirînê li Kurdistanê de hene jiber vê çendê dixwazên têkiliyên xwe yên li gel karsaz û pîşesazên Kurdistanê bihêztir bikin daku bikaribin bi vê awayî têkiliyên navbera Kurdistan û Hindistanê jî bihêztir bikin.

Her di heman civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya şanda mêwan kir û anî ziman ku niha hijmareke kompaniyên Hindî li Kurdistanê kar dikin û karûbarên xwe jî gelek bi başî birêve dibin.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku hikûmeta Kurdistanê jî dixwaze têkiliyên xwe li gel Hindistanê bihêztir bike lewre hikûmeta Kurdistanê amadeye her cure hevkarî û karasanî pêşkêşî wan kompaniyên Hindî bike ku dixwazên li Kurdistanê de kar bikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.