Serok Barzanî derbarê bûyer û pêşhatên vê dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û guhertinên siyasî yên ku di nava wan çend rojan de pêk hatine peyamek weşand ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Rûdan û pêşhatên vê dawiyê li Sûriye û bi taybetî rewşa gelê Kurd li wî welatî cihê dilgiraniyê ye. Berê jî li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye û ew rewşa ku li Rojava çê bûye, me têbînî û dilgiraniyên xwe ragihandiye û nedibûya rewş bigehêja vê hala niha.
Hejmarekî yekcar zêdeyê welatiyên Kurd li Sûriye di jiyana koçberiyê de dijîn û êrîşa terorîstên DIŞIê û rewşa xerab ya siyasî û gefên dinê li salên derbasbûyî, xelkê Kurd li Sûriye gelek êşandiye û hê jî şerê DIŞIê jî temam nebûye.
Hêvîdarim rûdanên vê dawiyê û pêşhatên nû, nebin sedema wê yekê tundutîjî û şer geştir bibe û êdî welatî û gelê Kurd li Sûriye ji êş û azarên zêdetir nebînin.
Mesûd Barzanî
20.12.2018
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin