Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Pêncşemê got ku ewê şerê dijî hevalbendên Îranê yên li Sûriyê xurtir bikin, piştî ku hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişin.
Netanyahu got: Emê bi berdewamî şerekî tund li dijî kiryarên Îranê li Sûrîyê bikin. Emê hewilên xwe yên dijî Îranê kêm nekin, lê helwesteke hîn tundtir wergirin. Ez dizanim ku Amerîka dê piştgirîyeke xurt û dagirtî ji me re bike.
Tevî daxuyaniyên Netanyahu, hîn endamên hikûmeta wî xemên xwe ragihandin ku vekişîna Amerîka ji Sûriyê wê alîkarîya Îranê bike û Tehran dikare ji Îraqê pirtir çek veguhezîne hindurê Sûriyê.
Karbidestên Îsraîlî herwiha bi fikar in ku derketina Amerîkîyan ji Sûriyê destê Rûsya xurt bike ku valbendê serekî yê rejîma Esad e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin