Erbil 38°C Saturday 15 Nov 12:54

Zêdetir ji hezar terorîstên DIŞIê radestî Îraqê hatine kirin

dibêje bêyî belgeh û îsbat kes nehatiye girtin
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersifa raporta  HRW da û ragihand ku ti kes bê belgeh nehatiye girtin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) dide û radigihîne, ti kes bê belgeh nehatiye girtin û hezar û 400 girtiyên DIŞIê radestî Bexdayê hatin kirin.

Berpirsê Bersivdana Raporên Navdewletî li Fermangeha Peywendiyên Derve ya  Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî bersiva raporake Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan da ku ragihandibû zarokên DIŞIê piştî ku li Kurdistanê hatine azadkirin, ji aliyê hikûmeta Iraqê rûbirûyê metirsiya girtinê bûne.

Dîndar Zêbarî ragihand ku her gumanbarek piştî ku tomet li ser wî piştrast dibe, tê girtin û di dema girtinê de jî ew tenê pişta xwe bi îtîrafên kesên gumanbar  girê nadin û mafê girtiyan e ku parêzerên wan hebin û li dadgehê giliyên xwe li dijî hêzên emnî tomar bikin.

Zêbarî herweha dazanîn, ligel hikûmeta Iraqê dest bi proseya radestkirina girtiyan kirine û zêdetirî hezar û 400 girtiyên DIŞIê radestî aliyên pêwendîdar yên Iraqê kirine.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.