Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku DIŞIê tektîkên xwe yên şer kirinê guhertine û niha dest bi xebatên veşartî kiriye.
Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya li gel rojnama Washington Postê de diyar kiriye ku terorîstên DIŞIê di şer û bazirganiya xwe de taktîk guhertiye û karên veşartî dike.
Barzanî got ku nema İŞİD weka berê dikare petrolê bifroşe û xwe berdaye nav xebata veşartî.
Rojnameyha WP herwiha di şîroveya xwe de behsa vê yekê kiriye ku niha nêzî 400 miliyon dolar sermayeya terorîstên DIŞIê heye ku ev sermaye li Tirkiye û Imaratê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin