Fermandarê Hêzên Pêşmerge yên Êzidxanê Heyder Şeşo, li ser desgîrkirina 30 Pêşmergeyên Êzidxanê ji aliyê Heşda Şebî ve diyar kir ku wan ji bo berdana Pêşmergeyan mohlet daye Heşda Şebî.
Şeşo daxuyakirin ku pêwîste Pêşmergeyan radestî Polîsên Federalî yên Iraqê bikin û got, “Me hat nîvro mohlet da wan. Heger Pêşmerge neyên berdan, dê helwesta me tund be.”
Heyder Şeşo da zanîn ku ji ber sedema nebûna ruhseta bikaranîna çekan Pêşmerge hatine destgîrkirin û diyar kir, “Ger di destê Pêşmerge de çek nebin, çi karê wan li baregehê heye?”
Duhê bi şev çekdarên heşda şebî êrîşî ser baregeheke hêzên Êzidîxanê kiribû û 30 endamên hêza han binçav kiribûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin