Hat zanîn ku Tirkiye dorpêç û qedexeya li ser firokexaneya Silêmaniyê dirêj kiriye.
Berpirsê firokexaneya Silêmaniyê, Tahir Ebdullah îro ragihand, Tirkiyê dorpêça li ser firokexaneya Silêmaniyê, ku bi hêceta piştevanîkirina YNKê li PKKê hatibû danîn, dirêj kiriye.
Tahir Ebdullah da zanîn, ruxmî hemû hewlên wan ji bona rakirina dorpêçê, hikûmeta Tirkiyê dorpêç sê mehên din dirêj kir.
Ev cara duyemîn e hikûmeta Tirkiyê qedexeya li ser geştên firokexaneya Silêmaniyê dirêj dike. Ev nîşan dide ku girtin û daxistina endam û baregehên PKKê ji aliyê YNKê ve hîn ne bi dilê Tirkiyê ne! Çimkî li gorî rêkeftina navbera YNK û rayedarên Tirkiyê, her gava wan PKK ji Silêmaniyê derxistin Tirkiye jî dê dorpêça li ser firokexaneya Silêmaniyê rake.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin