Îro biryar bû şandeke ser bi Netewên Yekgirtî serdana bajarê Taêz ya li Başûrê Yemenê bike, lêbelê çekdarên Hûsî rê nedane şanda NY.
Di vê derbarê de hikûmeta Yemenê daxuyaniyek weşand û ragihand ku ev şanda NY yaku biryar bû îro serdana bajarê Taêzê bike, rastî astengiyan hatiye û çekdarên Hûsî rê nedaye şanda han.
Hikûmeta Yemenê herwiha eşkere kiriye ku ev yek binpê kirina rêkeftina navbera hikûmet û çekdarane yaku li Swêdê hatibû îmzekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin