Erbil 38°C Saturday 15 Nov 15:28

Serokwezîrê Kurdistanê û Nûnera Sekreterê Neteweyên Yekgirtî civiyan

behsa rewşa deverê, Îraq û Kurdistanê hate kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û şanda li gel wê civiyan, ku Jeanine Hennis-Plasschaert bi boneya destbikarkirina di posta xwe ya nû de serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya peywira nû û destbikarkirinê li Jeanine Hennis-Plasschaert kir û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest. Herwiha hemû piştgirî û hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wê anî ziman.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herdu aliyan proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, giringiya temamkirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û peywendî û pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirine û tekezî li çareserkirina wan bi diyalogê û li ser bingeha destûrê kirine.

Serokwezîrê Kurdistanê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kêfxweşiya xwe li ser başbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê nîşan dane û hevahengî û hevkariya navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê weke pêwîst zanîne, bi taybetî li deverên madeya 140 ku bû demek nearamiya ewlehiyê li wan deveran serî hildaye.

Gotûbêjkirina pêşhateyan û rewşa herêmê bi giştî û giringiya hevahengî û hevkariya navbera saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekgirtî beşeke din a hevdîtinê bû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.