Seroka konseya birêvebir ya meclisa Sûriyeya demokrataîk( MSD) Ilham Ehmed derbarê hatina hêzên ser bi rejîma Sûriyeyê bo nava bajarê Minbicê ji ajansa nûçeyan ya Associated Press'e gotiye ku hêzên ser bi rejîma Sûriyeyê gehêştine eniyê pêş yên xetên temasê yên di navbera hêzên YPG û cîhadiyan û artêşa Tirkiyeyê de.
Ehmed herwiha diyar kiriye ku hêzên rejîma Sûriyeyê hîn jî derbasî nava bajarê Minbicê nebûne.
Ji aliyeke din ve jî ajansa Reuters belav kiriye ku rewşa Minbicê her weke berê ye û hêzên hevpeymanan nava bajar dane û ti hêzeke Sûriyeyê neketiye nava bajarê Minbicê û hêzên hevpeymaniya cîhanî li gel YPGê hîn jî erkên xwe yên hevbeş didomînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin