Serfermandarê Berê yê Îsraîlê Benny Gantz partiyeke nû ava kir û dê beşdarî hilbijartinên pêşwext yên meha Nîsanê bibe.
Anket nîşan didin ku partiya nû ya Gantz dê di hilbijartinan de ji meclîsa bi 120 kursî, 15 kursî bi dest xîne û di rêza duyê de cîh bigire.
Heman rapirsî dîyar dikin ku partiya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî dikare 30 kursî bi dest xîne û dîsa bibe partîya li pêş.
Gantz di navbera 2011 û 2015’an de Serfermendarê Îsraîlê bû.
voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin