Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di hevpeyvîneke xwe ya li gel ajanseke Çînî de diyar kiriye ku Îran danûstandinê li gel Amerîkayê nake.
Cewad Zerîf eşkere kiriye ku hin alî belav kirine ku qaşo piştî derbas bûna 6 mehan ji dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê, vê Îran neçar bibe serî bo Amerîkayê bitewîne û li gel Amerîkayê dest bi danûstandinan bike, ev tişteke ne raste, jiber ku Îran bi ti awayî serî li hember Amerîkayê natewîne û danûstandinê li gel Amerîkayê nake.
Zerîf behsa vê yekê kiriye ku beriya niha danûstandin di navbera Amerîka û Îranê de hebûye lêbelê Amerîka maseya danûstandinê bicîh hêştiye û niha jî Îran bi gef, zext û bi neçarî navegerê ser maseya danûstandinan û lazime Amerîka vegere ser maseya danûstandinan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin