Erbil 38°C Tuesday 24 Jun 00:12

Li Sûriyeyê di salekê de zêdetir ji 20 hezar kesan canê xwe ji dest daye

ev amara ne fermî ya sala 2018an e
کوردستان TV
100%

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand, sala 2018'an nêzî 20 hezar kes li Sûriyeyê mirine.

Serokê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Abdul Rahman daxuyanî da AFP'ê û bîlançoya sala 2018'an eşkere kir. Ramî Abdul Rahman got, di nava salekê de 19 hezar û 666 kes mirine.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir, sala 2017'an zêdeyî 33 hezar kes li Sûriyeyê miribûn. Li gorî saziyê sala herî giran 2014 bû ku 76 hezar kes mirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.