Serokê Fraksyona Partiya Demorkata Kurdistanê, Hêmin Hewramî di konferanseke rojnamevanî de tekezî li ser lezkirina di pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir, “dosyeya Kerkûkê û navçeyên veqetandî ji Kurdistanê tevlî gotûbêjên ji bo pêkanîna hikûmetê neyê kirin.”
Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di parlamentoya Kurdistanê de îro li Hewlêrê konferanseke rojnamevanî pêk anî û têde daxwaz kir, ku di pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de lez bê kirin.
Serokê Fraksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê, Hêmin Hewramî di vê konferansa rojnamevanî de ragihand: “Niha Herêma Kurdistanê di qonaxeke giring û hestyar re derbas dibe. Herêma Kurdistanê li berdem mafên qonaxa piştî hilbijartinên 30ê Îlona 2018ê ye. Gelê Kurdistanê di hilbijartineke pak û bêxewş de biryara xwe daye, lewma em wiha dibînin ku divê lez were kirin di gotûbêjên jib o pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, daku saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi karên xwe yên xizmetgihandinê û bihêzkirina Kurdistanê bikin, çimku îro ku (02-01-2019) ye, 57 roj in ku bi ser sondxwarina parlamenterên gera pêncem a parlamentoya Kurdistanê re derbas bûye. Ji ber wê em daxwaz ji aliyên siyasî dikin, ku bi hestkirina bi berpirsatiya hevbeş û bêyî hincetgirtinan û bo xizmetguzariyên zêdetir ji bo xelkê Kurdistanê, bihêzkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çalakkirina dezgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê, em ji bo danîna kabîneyeke bihêz lezê bikin.”
Hêmin Hewramî di beşeke din a axavtina xwe de tekezî li ser wê yekê kir, ku ew daxwaz ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê dikin, ku di gera nû ya danûstandinên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi awayekê ciddîtir beşdar bibin û got: “Diviyabû hilbijartinên gera pêncem ên parlamentoya Kurdistanê di (06-11-2017) de bihatiba kirin, wate ev gera parlamentoyê ji xwe salekê dema wê hatiye dirêjkirin, lewma em ji Fraksyona PDKê bi rihekî berpirsane, ne bi rihê hakim û mehkûm, bi awayekê yeksan daxwaz ji serkevtiyên duyem û sêyem dikin, di heftiya bê de gotûbêjên ciddîtir bêne kirin, çimku Partiya Demorkata Kurdistanê heta niha du gerên danûstandinan li gel birayên birêz ji YNKê û Goranê kirine, gera yekem di (17-11-2018) de û gera duyem jî di rojên 18 û 19ê heman mehê de bûye, lewam em hêvî dikin ku di heftiya bihê de em vê mizgîniyê bidin xelkê Kurdistanê û bi corekê dirêjî bi gotûbêjan neyê dan, ku bibe sedema lawazbûna baweriya xelkê bi saziyên herêmê.”
Derbarê dosyeya Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û danûstandinên ji bo pêkanîna hikûmeta nû de, Serokê Fraksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê destnîşan kir: “Em ne li gel wê yekê ne, ku dosye bêne tevlîhevkirin, em li gel wê ne ku pirsa Kerkûkê, pirsa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, tevî Xurmatû, Şingal û Xaneqînêbi awayekê jêhatî û berpirsane gotûbêj li ser bê kirin, daku rewşa wan navçeyan bê asayîkirin, lê belê tevlêkirina wan dosyeyan di gotûbêjan de yan jî rêkevtina yek alî, du alî û sê alî de, ne xizmeta çareserkirina pirsa Kerkûkê dike û ne jî xizmeta bilezkirina pêngavên ji bo pêkanîna hikûmetê dike, çimku em li berdem heqekî mezin in, ku heqê proseya çaksazîkirina bingehîn di pêkhate, rêveberî, heykel û şêwaza rêvebirina desthilatdariyê li Herêma Kurdistanê de ye, daku em destûreke modern bo Herêma Kurdistanê binivîsin.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin