Li 31 deverên parêzgeha Colemêrg û navçeyên wê wekî “herêma ewlehiya taybet” hatin ragihandin.
Parêzgeha Colemêrgê li navenda Colemêrg û navçeyên 31 herêman di bin navê “herêma ewlehiya taybet” de ji bo heyama 14 rojan ji çûn û hatinê re qedexe kir.
Li gor daxuyaniya parêzgeha Colemêrgê qedexe dê li 31 herêm navendê û navçeyên wê Çelê, Şemzînan û Geverê di navbera 4 û 19ê Çileya 2019an de pêk were.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku li deverên wekî “herêma ewlehiya taybet” hatine ragihandin çûn û hatina xelkê sivîl bo wan cihan qedexe ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin