Li herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya cîhadiyên Tirkiyê de, şerekî dijwar di navbera çeteyên Cebhe El-Wetenî û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) de rû dide. Çeteyên Tehrîr El-Şam bajarokê Dart Ize yê bejahiya rojava yê Helebê kontrol kir.
Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê şerê di navbera her du aliyên mezintirîn komên çete de ku Tirkiye destekê dide wan, çavdêrî kir. Di şerê her du aliyan de gelek kes hatin kuştin.
Li gor nûçeyeke anhayê çavdêriyê da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bajarokê Dart Ize ku yek ji mezintirîn bajarokên mezin li gundên Helebê ye, her wiha gelek bendên kontrolê û cihên derdorê û rêyên çûyîna bajarok jî kontrol kirin.
Beriya çend rojan li herêma Tiladê çeteyên El-Zinkî 5 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam kuştin û ji ber wê şer gur bû.
Navendê şerê roja yekemîn a sala 2019`an eşkere kir; herî kêm 14 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û 12 çeteyên El-Wetaniyê Tehrîr hatin kuştin, her wiha 10 çeteyên El-Zinkî û Cebeht El-Wetaniyê dîl hatin girtin û di nava wan de birîndar jî hene.
Navendê diyar kir ku ji ber şerê giran 5 sivîlan, di nav de 2 zarok, jiyana xwe ji dest da.
Li aliyekî din hate destnîşankirin ku gelek binpêkirin li herêmên agirbesta Rûsya-Tirkiyê çêbûne.
Hêzên rêjîmê herêmên li aliyê gundê El-Erbîn li bakurê Hemayê û derdora gundê El-Biwîdiyê û herêma Hesriya û hin cihên li gundê El-Cîsat û El-Sexir û bajarokê El-Litmanê li heman bejahiyê, bombebaran kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin